5 meh cezayê girtîgehê dane Sebahat Tûncel

5 meh cezayê girtîgehê dane Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel. Ceza nehate taloqkirin.

Daraza AKP’ê çalakiyên demokratîk bi rengê 'sûc' pênase dike û cezayê li siyasetmedarên Kurd dibarîne.

Doza Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel ku li Girtîgeha Tîfa F ya Kandirayê ye rehîn e, li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 11’an hate dîtin. Ji ber ku 2012’an Tûncel tevlî meşeke bi mebesta destek ali girêva birçîbûnê ya girtîgehan bûbû, bi hinceta ku "muxalefet li Qanûnan Meş û Xwepêşandanan" kiriye doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê hate dîtin. Tûncel bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

'ME DENGÊ WAN GIHAND'

Tûncel kurt axivî û got, "Meşa navborî meşeke demokratîk bû û mebest jê ew bû ku dengê mirovên wir bigihînin" û diyar kir ên mexdûr ew bi xwe ne.

NEHATE TALOQKIRIN

6 meh cezayê girtîgehê dane Tûncel. Dadgehê ceza anî 5 mehan lê biryar da ku hewceyî bi taloqkirina cezayê nîn e.