5 jinên ciwan ên Êzidî ji çeteyan reviyan û xwe gihandin cem gerîla

5 jinên ciwan ên Êzidî ji çeteyan reviyan û xwe gihandin cem gerîla

5 jinên ciwan ên Êzidî yên ji destê çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê reviyan, di 13'ê Mijdarê de xwe gihandin cem gerîlayên li Çiyayê Şengalê bicih bûne. 5 jinên ciwan ên Êzidî gotin, "Em her roj li şîdeta çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê rast dihatin. Hewl didan me bi zorê li bazarên koleyan bifiroşin Sûriye û Tirkiyeyê. Ji ber ku me ev qebûl nekirin, çeteyan her roj îşkence li me dikirin."

Çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ, piştî ku di 3'ê Tebaxê de êrîşî Şengalê kirin, gelek Êzidî qetil kirin û bi hezaran keç, jinên ciwan û jinên Êzidî dîl girtin. 5 jinên ciwan ên Êzidî B.S., K.Ş., F.H., V.Î. û N.D. ên ji 18 heta 25 salî, ku zêdeyî sê meh in di destê çeteyan de dîl girtî bûn, ji çeteyan reviyan û xwe gihandin hêzên gerîla yên li Çiyayê Şengalê.

Jinên ciwan ên Êzidî ku şahidî ji gelek bûyerên dilşewat re şahidî kirin, bûyerên bi serê wan de hatî ji ANF'ê re vegotin. Jinên ciwan ên Êzidî ku hînê di bin bandora bûyeran de ne, diyar kirin ku DAIŞ'ê jinên ciwan ên Êzidî birine Mûsilê û firotine Tirkiye û Sûriyeyê.

Jinên ciwan gotin, "Bi zorê dixwestin me bikin Misilman. Yên qebûl nedikirin jî dikuştin" û anîn ziman ku jinên ciwan, jin û zarok li cihên cuda tên ragirtin. Jinên ciwan diyar kirin ku çeteyan zilman birinek cihekî cuda û gotin, "Jinên nezewicî, li bazarên koleyan difirotin Tirkiye û Sûriyeyê. Tevî vê yekê em her roj rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk a çeteyan dihatin." Jinên ciwan ragihandin ku çeteyan xwestine gelek jinên ciwan bi zorê bizewicînin û jinên ku ev qebûl nekirine jî dawî li jiyana xwe anîne.

Jinên ciwan gotin, "Me ev bi çavê xwe dîtin, em şahidê vê bûn. Em li bendê bûn ku kîjan roj wê dor bê me" û dan zanîn ku bi vê yekê re zexta psîkolojîk li wan dihat kirin ku dawî li jiyana xwe bînin.

Jinên ciwan ên Êzidî diyar kirin ku ew bi vî rengî sê mehan jiyane û gotin, "Bi vî rengî em rastî zext û rojên dijwar hatin."

B.S. a 20 salî diyar kir ku çeteyan ew bi zorê ji malbata wê stendine û got, "Li Şengalê dema komkujî hat kirin, çeteyên dijminê mirovahiyê ez bi zorê ji malbata min stendin û destpêkê birin Bahacê, dûre jî birin Mûsilê. Li Mûsilê 5 rojan min avêtin zîndanê. Dûre min anîn Şengalê û li malekê ragirtin. Dixwestin me li bazara mirovan bifiroş in. Me jî ev qebûl nedikir. Her wiha, ji ber ku em Êzidî bûn dixwestin bi zorê nimêje bi me bidin kirin. Ji ber ku min ev qebûl nekir, rastî zext û şîdeta fîzîkî ya çeteyan dihatim. Gelek caran bi daran li min dan."

V.Î. a 25 salî diyar kir ku ji ber ew Êzidî ye nikarîbû tekbîrê bîne û anî ziman ku gelek caran rastî lêdana çeteyan hatiye. V.Î. got, "Tevî ku ez zewicîbûm jî çeteyan min birin Mûsilê û xwestin bifiroş in. Destpêkê em ji mêran veqetandin. Dûre jinên ciwan birin maleke cuda. Bi zorê Misilmantî li ser me ferz dikirin û dixwestin em tekbîrê bînin. Dema me nedianîn jî, bi daran li me didan."

K.Ş. a 18 salî anî ziman ku ew bi malbata xwe re li gundê Siba Şêx Xidir dijiyan û got, "Dema çete hatin gundê me, jin, zarok, kal, pîr her kes kuştin. Jinên ciwan û zarokên keç jî dîl digirtin."

K.Ş. got, "Bi zorê ez ji malbatê veqetandin û birin Mûsilê" û anî ziman ku li wê derê bi gelek jinên ciwan û zarokên keç ên Êzidî, bi komên ji 25-30 kesî re ew birine bazara koleyan ji bo firotinê.

K.Ş. diyar kir ku hin jinên ciwan ên ev qebûl nekirin dawî li jiyana xwe anîne û got, "Ez hînê di bin bandora wan bûyeran de me. Tevî ku di 13'ê Mijdarê de ji çeteyan reviyame jî, hînê di nava psîkolojiyeke welê de me ku tuyê bêjî qey çete wê were min bibin bazara koleyan, îşkenceyê bikin."