4 xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk avêtin ser malên xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û 4 rojnamevan destgîr kirin.
Polîsên Tirk avêtin ser malên xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û 4 rojnamevan destgîr kirin.
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, hefteya derbasbûyî buroya wê ya li Stenbolê û çapxaneya wê hatibû desteserkirin, 25 xebatkarên wê hatibûn destgîrkirin û qeyûm lê hatibûn bicihkirin. Polîsên tîmên taybet ên Tirk jî duh bi şev avêtin ser malên hin xebatkaran.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, rojnamevan Reyhan Hacioglû, Pinar Tarlak, Hîcran Ûrûn û xebatkarê berê yê rojnameyê Mehmet Beyazit hatin destgîrkirin.
Di dema destgîrkirinê de polîsên Tirk heqaret li rojnamevanan kirin û malên wan ser û bin kirni.
Her wiha gelek hejmarên rojnameyê, pirtûk, name û wêne hatin desteserkirin.