4 welatan şandina Tirkiye ya leşkeran ji bo Lîbyayê red kirin

Wezîrên Karê Derve yên Îtalya, Elmanya, Fransa û Îngîltere ji bo bûyerên dawî yên li Lîbyayê rû didin binirxînin li Brûkselê hatin ba hev, plana Tirkiyeyê ya şandina leşkeran a ji bo Lîbyayê red kirin.

Wezîrên Karê Derve yên Îtalya, Elmanya, Fransa û Îngîltere ji bo bûyerên demê dawî yên li Lîbyayê diqewimin binirxînin li Brûkselê civiyan.

Piştî hevdîtinê û şûnde Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borell daxuyaniyek da.

Borell anî ziman ku her roja diçe asta şidetê ya li Lîbyayê zêdetir dibe, diyar kir ku divê mudaxeleya derve bi dawî bibe û li welat agirbest bê îlankirin. Borell got: “Em plana Tirkiyeyê ya şandina leşkeran ji bo Lîbyayê red dikin.”

Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Lûîgû Dî Maîo yê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da got: “Niha halê hazir Lîbya gefa koçberiya ber bi Ewropa û terorîzmê pêk tîne. Diviya bû ev civîn li Lîbyayê pêk bihata, lê ji ber rewşa ewlekariyê rê nehate dayîn ku li wir bê kirin. Lê YE’yê wê ji sibe û pêve ji bo Lîbyayê wê stratejiyên xwe pêş bixe.