4 kes hatin binçavkirin
Li ser rêya di navbera Bajêrgan-Geverê, polîsan 4 kes kirin binçavan.
Li ser rêya di navbera Bajêrgan-Geverê, polîsan 4 kes kirin binçavan.
Li ser rêya gundê Soryan ê di navbera navçeya Colemêrg Gever û bajarokê Bajêrganê de ye, polîsan duh wesayîtek sekinandin û Keyayê Taxa Navendî ya Bajêrganê Bulent Altinolûk, Yakûp Ûzûnkopru û 2 kesên navê wan nehat zanîn kirin binçavan û duh bi şev birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.
Li aliyê de hat îdîakirin ku 4 kes di dema binçavkirinê de li lêdanê rast hatine.