4 jinên ku nerazîbûn nîşanî AKP’ê dan hatin derbkirin û destgîrkirin

Li Wanê 4 jinên ku li ser çirandina wêneyên namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ê ji aliyê AKP’yiyan ve destpêkê hatin derbikirin û piştre jî hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, li taxa Cevdetpaşa a navçeya Îpekyolû ya Wanê AKP’yiyan wêneyê namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş çirandin. Welatiyên taxê yên ku nerazîbûn nîşandan çirandina wêneyê ku bi dîwarê malekê ve hatibû hilwistin dan, AKP’yiyan êrîş wan kirin.

AKP’yiyan li ber çavên polîsan jin derbkirin, polîsên ku êrîşkar parastin 4 jin destgîrkirin. Di derbarê êrîşkaran de ti tişt nehate kirin.

Li ser bihîstina bûyerê re bi sedan welatiyên taxê li hev kom bûn û AKP’yî protestokirin.