4'emîn Mihrîcana fîlmên Kurd a Yilmaz Guney dest pê kir
4'emîn Mihrîcana fîlmên Kurd a Yilmaz Guney dest pê kir
4'emîn Mihrîcana fîlmên Kurd a Yilmaz Guney dest pê kir
4'emîn Mihrîcana fîlmên Kurd ên kin a Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hat amadekirin bi şîara "Kamerayeke me û rêhevaltiya me heye" dest pê kir. Mihrîcanê bi fîlmê "Umut" ku derhêneriya wê Yilmaz Guneş kiriye dest pê kir.
Şaredariya Êlihê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, bi şîara "Kamerayeke me û rêhevaltiya me heye" dest bi 4'emîn Mihrîcana fîlmên Kurd ên kin a Yilmaz Guney kir. Mihrîcanê bi fîlmê "Umut" ku derhêneriya wê Yilmaz Guneş kiriye dest pê kir. Mihrîcanê li Salona Sînemaya Yilmaz Guney dest pê kir. Di kokteyla vekirinê de Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevserokên BDP'ê yên Êlihê Serdar Atalay û Rahşan Çarboga, Cîgira Şaredar Gulistan Akel, rêveberên şaredariyê, reveberên BDP'ê nûnerên saziyên civakî amade bûn. Piştî kokteylê ji bo kesên di têkokşîna aştî û demokrakrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Mîhrîcanê bi fîlmê "Umut" ku Yilmaz Guney derhêneriya wê kiriye dest pê kir.
Di mihrîcanê de Rêveberê Komeleya Akademiya Sinemayê Haşîm Aydemîr, diyar kir ku ji bo sînemaya alternatif pêş bixin û bi gelên din re nirx, êş û şahiyên gelê kurd parve bikin xebatan dikin. Aydemîr, anî ziman ku niha jî mihrîcana bi şîara 'Kemerayek me heye û rêhevaltiya me' pêk tinin û wiha got: "Me xwest bi vê mihrîcanê xwe bigînin sînemaya Halîl Dag. Dag û çend hevalên xwe bi karemaya xwe û jiyanek komînal li dijî sanayiya sinemayê sînemaya komînal pêş xistin. Xwestin sînemayê li gorî ruh û armanca sînemayê pêş bixin. Ji ber vê yekê me xwest Yilmaz Guney li Êlihê bikin sazî. Li Tirkiyeyê yekem car Yilmaz Guney sînemaya kurd çêkir.
Mihrîcan dê sibê bi bernameyên cuda û fîlmên cuda berdewam bike.