4'ê Nîsanê li Ewropayê hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hate pîrozkirin.
MUNSTER: Kurdistaniyên li bajarê Munster ê Elmanyayê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Çanda Kurd pîroz kirin. Ji malbatên şehîdan Zekiye Yilmaz bal kişand ser êşkenceya tecrîd û psîkolojîk a li Îmraliyê ji bo xwedîderketina li Ocalan bang kir.
DUISBURG: Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel a li bajarê Duisburg ê Elmanyayê, ji bo pîrozkirina 69. rojbûna Ocalan şevek organîze kir. Bi navê Tevgera Jinên Kurd Asmîn Engîn axivî û got, "Em careke din eşkere kirin, ku jiyaneke bê Rêber Apo em qebûl nakin." Di şevê de li ser jiyana Ocalan sînevîzyon hate nîşandan û Koma Rizgar a muzîkê derkete ser dikê.
BERLIN: Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Elmanya Berlînê bi meşeke girseyî hate pîrozkirin. Meş ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad û Meclîsa Jinê ya Berlînê DEST-DAN ve hate organîzekirin. Kurdistaniyên ku ji Wittenbergplatzê heta U Bahnhof Uhlandstr. meşiyan, bi sedan belavok belav kirin û piştî dan berxwedana Efrînê.
SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, bi wesîleya rojbûna Ocalan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) çalakiyek hate lidarxistin. Qisekeran destnîşan kirin ku paradîgmaya Ocalan garantiya jiyana bi hev re ya mezheb û hemû gelên bindest e. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
MANNHEIM: Rojbûna 69'an a Ocalan li NCDK a Mannheimê hate pîrozkirin. Nûnera YJK-E Delal Serhed li vir axivî û diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya hemû jinan û gelan e. Delal Serhed got, "Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê têkoşînê geş bikin." Di çalakiyê de helbest hatin xwendin û stran hatin gotin.
FREIBURG: Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, bi beşdariya du sed kesî şeva pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Li ser jiyan û têkoşîna Ocalan axaftin hatin kirin.
HAMBURG: Pîrozbahiya li Hamburgê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hate organîzekirin. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç diyar kir ku rojbûna Ocalan mizgîniya ji nû ve vejînê ya hemû gelan e.
HANNOVER: Bi heman armancê li bajarê Hanover ê Elmanyayê meşek hate organîzekirin. Danê êvarê jî şevek pêk hat. Ji NAV-DEM'ê Altûn Bîschoff li vir axivî û qedexe û polîtîkayên dewleta Elman ên li ser têkoşîna azadiyê ya Kurd rexne kir. Çalakî li meydana Steintor bi qîrîna dirûşma "Bijî Rêber Apo" û gerandina govendê qediya. Polîsan piştî çalakiyê gelek jin binçav kirin. Di nava binçavkiriyan de yên kêmî 18 salî jî hene.
KASSEL: Kurdistaniyên li bajarê Kasselê û derdora wê dijîn, ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan li Strandbar Kasselê li hev civiyan. Hunermend Seyda Perînçek jî li vir derkete ser dikê.
FRANKFURT: Li Zanîngeha Gothe ya Frankfurtê, ciwanan ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kampusa zanîngeha şitlê daran çandin. Ciwanan her wiha ji bo azadiya Ocalan bang li her kesî kirin ku li ber xwe bidin.
BESHEIM: Li bajarê Besheim ê eyaleta Hessen a Elmanyayê bi sedan Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa Jin^eya Rûken rojbûna Ocalan pîroz kirin.
DARMSTADT: Pîrozbahiya li Darmstadtê jî li Luisenplatzê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Roza pêk hat û gelek Kurdistanî û dostên wan ên Elman tevlî bûn. Di çalakiyê de tecrîd hate şermezarkirin.
MELBOURNE: Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Victoria şevek ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal hate kişandin ser felsefe û nirxên ku Ocalan afirandiye.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tenduristî û ewlekariya wî mîtîngek hate lidarxistin. Gelek Kuridstanî, çepgir, sosyalîstên Awûstûryayî û jinên Suryanî tevlî mîtîngê bûn.
BRUKSEL: Rojbûna Ocalan li paytexta Belçîka Brukselê li ber avahiya Netewyeên Yekbûyî bi mîtîngekê hate pîrozkirin. Di mîtîngê de tecrîda li Îmrlaiyê hate şermezarkirin. Zarokan jî nepoxên kesk, sor û zer bi wesîleya rojbûna Ocalan firandin. Qisekeran gotin, sedsala 21'ê wê bibe sedsala azadiya jinan.
STRASBOURG: Însiyatîfa Jinê ya Zîn û Jinên Ciwan ên Azad li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi wesîleya 4'ê Nîsanê li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiyek li dar xistin. Heyetek ji nûnerên însiyatîfê û jinên ciwan, dosyayek radestî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir.
MARSILYA: Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsilya yê Fransayê bi teqandina fîşekên hewayî hate pîrozkirin. Kurdistanî bi vê armancê li meydana Vieux-Portê li hev civiyan û li ser tecrîda li Îmraliyê belavok belav kirin.
LYON: Li bajarekî din ê Fransayê li Lyonê, Kurdistanî li Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê li hev civiyan û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Di çalakiyê de qala jiyan, felsefe û têkoşîna azadiyê ya Ocalan hate kirin.
BIEL: Rojbûna Ocalan li bajarên Biel, Bern, Cenevre û Lozanê yên Swîsreyê hate pîrozkirin. Pîrozbahiya li Bielê ji aliyê Meclîsa Arîn Mîrkan ve hate organîzekirin.
BERN: Li Bernê di çalakiyê de sînevîzyonek li ser jiyana Ocalan hate nîşandan. Piştre Parlamantera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca axivî.
LOZAN: Li Lozanê jî piştî çalakiya rojbûnê, girseya gel bi rengekî girseyî serdana greva birçîbûnê ya li Cenevreyê kir.
CENEVRE: Çalakgerên greva birçîbûnê, danê êvarê 4'ê Nîsane pîroz kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
STOCKHOLM: Jinên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
HELSINGBORG: Li bajarekî din ê Swêdê li Helsingborgê, jinên Kurdistanî 4'ê Nîsanê pîroz kirin. Di çalakiyê de li ser jiyan û têkoşîna Ocalan sînevîzyon hate nîşandan û axaftin hatin kirin. Qisekeran destnîşan kirin ku tecrîda giran a li ser Ocalan ku ji sala 1999'an û vir ve dewam dike, nayê qebûlkirin.