4'ê Nîsanê li Aarau û Solothurnê hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Aarau û Solothurn ên Swîsreyê hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Aarau û Solothurn ên Swîsreyê hate pîrozkirin.
Li bajarê Solothurn ê Swîsreyê, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîneke gel hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komuna Jinê ya Pinar ve hate organîzekirin.
Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û rewşa dawî ya siyasî nirxand.
Piştî civîna gel, Komuna Jinê ya Pinar 4'ê Nîsanê pîroz kir.
AARAU
Li bajarekî din ê Swîsreyê li Aaaru, bi wesîleya 4'ê Nîsanê çalakî hate lidarxistin. Di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre axaftin hatin kirin.