39 Parlamenterên Zelandaya Nû ji bo ‘Dayikên Şemiyê bang kirin

39 Parlementerên Zelandaya Nû bi wesîleyê hefteya 1000’emîn a çalakiya Dayikên Şemiyê ji Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re nameyek nivîsandin û xwestin biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn werin bi cih anîn.

Dayikên Şemiyê amadekariya çalakiya xwe ya hefteya 1000’emîn ku encama têkoşîna 29 sal in, dikin. Bi vê wesîleyê 39 parlamenterên Parlamentoya Zelandaya Nû daxuyaniyek bangawazî parve kirin.

Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên ba hev, li ser fermana Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Sûleyman Soylu di 25’ê Tebaxa 2018’an de piştî polîsan êrîşê çalakiya dayikan a hefteya 700’î kiribûn, çalakiya li qadê hatibû qedexekirin. Li dijî vê biryarê dayikan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Dadgeha Destûra Bingehîn jî qadexekirina qadê weke binpêkirina mafê nirxand.

Dayikên Şemiyê piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a binpêkirina mafê di 8’ê Nîsana 2023’yan de careke din her çend xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê pêk bînin jî 30 hefte rastî êşkence û êrîşan hatine û her hefte hatine binçavkirin. Piştî têkoşîna dayikan a 30 hefteyan, bi biryara Walîtiya Stenbolê bi sînordarkirina hejmar ku tenê 10 kes dikarin çalakî pêk bînin, Dayikên Şemiyê careke din daketin Qada Galatasarayê. Lê AKP’ê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi temamî bi cih nayîne û Qada Galatasarayê ku cihê bîranîna Dayikên Şemiyê ye bi temamî ji çalakiya dayikan re venake.

39 PARLAMENTER BANG LI ERDOGAN KIRIN

Beriya çalakiya hefteya 1000’emîn a ku dê di 25’ê Gulana 2024’an de bê lidarxistin, 39 parlamenterên Zelandaya Nû ji Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re nameyek nivîsandin û xwestin ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bên bi cih anîn û Qada Galatasarayê ji nû ve ji bo çalakiyê bê vekirin.

Di nameyê de hat gotin ku divê li hemberî biryarên Dadgeha Bingehîn ên ji bo Dayikên Şemiyê rêz bên nîşandan û hat destnîşankirin ku ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan, divê tedbîrên pêwîst were girtin.

JI BO ERDOGAN HIQÛQ BI BÎR XISTIN

Parlamenteran ev daxwaz kirin:

“Em weke endamên Parlamantoya Zelandaya Nû, têkoşîna wêrek a Dayikên Şemiyê ku ji bo sûcê hovane yê windakirinê didin dişopînin û daxwaza wan yên ronîkirina heqîqet û pêkhatina edaletê dubare dikin. Bi wesîleya çalakiya hefteya 1000’emîn daxwaza me;

Ji bo pêkhatina çalakiyê divê yekser tedbîrên pêwîst bên girtin.

Divê çalakiya hefteya 1000’emîn bêyî astengiyên keyfî pêk were.

Ji 8’ê Nîsana 2023’yan û vir ve hemû lêpirsîn û dozên ku li dijî kesên beşdarî çalakiyên Dayikên Şemiyê bûne, tavilê bi dawî bibin.

Li dijî hêzên ku mudaxeleyê civîn û çalakiyan kirine, êşkence û muameleya xirab kirine divê yekser derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.

Peymana Navnetewî ya ji bo Parastina Hemû Kesan ji Windakirina Bi darê zorê bêyî derengmayînek din îmze bikin û bipejirînin;

Em ji we hêvî dikin ku hûn hemû pîvanên Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Medenî û Siyasî ku di 16 Kanûn 1966’an de ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatî pejirandin, bi taybetî xalên 7, 9 û 21 pêk tînin werin bi cih anîn.”

LÎSTEYA ÎMZEVANAN

Navê kesên nameyê îmze kirine ev in:
"Steve Abel
Ginny Andersen
Camilla Belich
Glen Bennett
Rachel Boyack
Kahurangi Carter
marama davidson
Reuben Davidson
Julie Anne Genter
Shanan Halbert
Peeni Henare
Francisco Hermamdez
Ingrid Leary
Jo Luxton
Huhana Lyndon
Kieran McAnulty
Tracey McLellan
Ricardo Menendez Mart
Greg O'Connor
David Parker
Tamatha Paul
Lan Pham
Priyanca Radhakrishnan
Adrian Rurawhe
Carmel Sepuloni
Lemauga Lydia Sosene
Chloe Swarbrick
Carleen Tana
Jan Tinetti
Teanau Tuiono
Phil Twyford
Tangi Utikere
Celia Wade-Brown
Duncan Webb
Helen White
Arena Williams
Scott Willis
Megan Woods
Lawrence Xu-Nan."