NÛ BÛ

37 kes hatin binçavkirin, 6 kes hatin girtin

Operasyonên li Hatayê yên li dijî partiyên siyasî, komele û sendîkayan, îro jî dewam kirin. Hejmara mirovên hatin binçavkirin gihîşt 37 kesî. 6 ji xwendekarên ji aliyê rektoriyê ve radestî polîsan hatin kirin, hatin girtin.

Herî dawî, li Skenderûnê kedkara perwerdeyê Asli Olper hate binçavkirin û bi vî rengî hejmare kesên li Skenderûn, Samandag û Antakyayê ev du roj in tên binçavkirin gihîşt 37'an. 37 kesên binçavkirî, piştî kontrola tenduristiyê ya danê sibehê, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Rektorê Zanîngeha Duzceyê ku bi gotina "Teblîgat heye" bang li polîsan kir û ji xwendekarên radestî polîsan kirin 6 jê hatin girtin. Navê xwendekarên ku hatin girtin wiha ne: Leyla Ateş, Dîlan Alver, Roja Çakmak, Seher Aras, Şehrîban Seçkîn û Nîmet Ozkay ne.

Hat diyar kirin ku di der barê bi dehan xwendekaran de biryara binçavkirinê jî hatiye girtin.