350 hezar kes ji hemwelatiya Tirkiyeyê derketin
350 hezar kes ji hemwelatiya Tirkiyeyê derketin
350 hezar kes ji hemwelatiya Tirkiyeyê derketin
Wezîrê Tirk Muammer Guler da diyarkirin ku, ji sala 2003’an heta 2012’an 354 hezar û 16 kes ji hemwelatiya Tirkiyeyê hatine derxistin.
Parlementerê CHP’ê yê Erzincanê Muharrem Işik di derheqê 10 salen dawî de çand kes bûne hemwelatî û çend ji hemwelatîbûnê hatine derxistin pêşniyarpirek pêşkêşî Serokwezîrtiyê kir. Li ser navê Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, Wezîrê Navxweyî yê Tirk Muammer Guler bersiv da pêşniyarpirsa Işik da û aşkera kir ku, 8 hezar 244 kes bûne hemwelatî û 327 hezar û 946 kes jî ji hemwelatîbûnê derketine. 17 hezar û 826 kes ji mafê xwe yê hemwelatîbûnê wenda kirine.
Wezîrê Tirk Guler di nav kesên ku ji hemwelatiyê hatine derxistin da yek kes ji bo li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê tevnegeriyane, 3 kesên ku di dema şer de ji dewletan re xizmet kirine û 5 kesên ku li gorî wezîfeya leşkeriyê tevnegeriyane hene.
Guler da diyarkirin ku, di nava deh salan de 124 hezar û 647 kes bûne hemwelatiyê Tirkiyeyê. Li gorî Guler da diyarkirin 44 hezar û 40 kesên Bûlgarî, 15 hezar 588 Azerî, 7 hezar 518 Rûs, 6 hezar 723 ji Qibrisa Bakûr, 6 hezar 335 Afganî û 3 hezar û 700 kesên ji Sûrî kirine hemwelatiyê Tirkiyeyê.
Li gorî agahiya ku Guler da, di sala 2012’an de ji 39 hezar û 185 kesên biyanî re destûra xebatê hatiye dayin, ji 52 hezar û 538 kesan re ji bo perwerdeyê bibînin destûr hatiye dayîn.