31 mirî, 351 birîndar, 1113 avahî û 1177 wesayît hatin şewitandin
31 mirî, 351 birîndar, 1113 avahî û 1177 wesayît hatin şewitandin
31 mirî, 351 birîndar, 1113 avahî û 1177 wesayît hatin şewitandin
Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala da xuyakirin ku di dema çalakiyên Kobanê de 31 kesan jiyana xwe ji dest dan, 351 kes birîndar bûne. Efkan Ala tevî ku mukur hat ku 35 bajar ketine bin bandorê jî got, "derdorên marjînal."
Wezîr Efkan Ala, bîlançoya çalakiyên piştevaniya Kobanê û şermezarkirina têkiliyên desthilatdariya AKP'ê bi DAIŞ'ê re ji 6'ê Cotmehê û vir ve tên lidarxistin, bi civîneke çapemeniyê aşkera kir.
Rayedarê hikûmeta AKP'ê, ku mîna her carê weke berpirsyarê bûyeran HDP û CHP nîşan da, diyar kir ku bûyeran bandora xwe li 35 caran kiriye û got, "Di çalakiyan de 31 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piraniya wan di bûyerên tundiyê yên komên li dijî hev de, jiyana xwe ji dest dane."
Ala di dewama axaftina xwe de ev detay da: "2 wezîfedarên me yên emniyetê şehîd ketine. 221 sivîl, 139 wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûne. 125 ji van polîs e, 5 jî jenderme ne. Ji wan re şîfa xêrê dixwazim. Bi giştî 351 kes birîndar bûne. 5 terorîstên êrîşa li Çewlikê lidar xistin, mirî hatine zevtkirin. Karmendê parastinê yê li Çewlikê birîndar bûye, ji malê re hatiye şandin. Rewşa midûrê me yê emniyetê ber bi başiyê ve diçe."
Ala diyar kir ku di bûyeran de 212 avahiyên dibistanan, 67 avahiyên emniyetê, 25 avahiyên qeymeqamiyê, 29 avahiyên partiyê, wargehên zarokan, navendên xwînê yên Kizilayê û avahiyên şaredariyê jî di nav de 780 avahî, bi giştî hezar 113 avahî hatine şewitandin û texrîpkirin.
Wezîr Ala got, "Di çalakiyên tundiyê de wesayîtên taybet, wesayîtên şaredariyê, ambûlans û wesayîtên polîsa bi giştî heza 177 wesayît hatine şewitandin. 1024 kesên tevlî çalakiyên şîdetê bûne hatine binçavkirin, 58 ji wan hatine girtin."
Ala ku qet behsa êrîşên nîjadperestan, polîsên dirûşma "Bijî DAIŞ" qiriyan û hêzên dewletê yên destek didan komên nîjadperest nekir, ji bo van bûyerên awarte got, "Derdoreke gelekî marjînal, bi bûyerên şîdetê zerarê didin herêmê. Bila dest ji vê berdin."