300 sivîl hîn di destê komên çekdar de ne

300 sivîl hîn di destê komên çekdar de ne

 Hate ragihandin ku 300 welatiyên sivîl ên li Girê Spî (Til Ebyadê) ji aliyê komên çekdar ve hatibûn revandin, teslîmî koma bi navê Ehrar El-Şam hatine kirin û îşkence li wan tê kirin.

Li bajarê Girê Spî (Til Ebyadê) koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam di 20’ê Tîrmehê de êrîşî malên welatiyên kurd de girtibûn nêzî 500 kesî revandibûn. Li hemberî vê yekê Eniya El-Ekrad (Eniya Kurd) jî emîrê El-Nusra yê Til Ebyadê Ebû Musap girtibû. Li ser vê yekê komên êrîşkar li hemberî berdan Musap soz dabûn ku dê sivîlan berdin. Lê piştî ku Musap hate berdan, komên êrîşkar sivîl hemû bernedan û nêzî 300 kesî li cem xwe hiştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên êrîşkar welatiyên sivîl wekî komên ji 60-70 kesan pêk tê cuda kirine û şandine aliyê bajarê Reqayê. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku sivîl hemû radestî koma bi navê Ehrar El-Şam hatine kirin û êşkence li wan tê kirin. Hate gotin ku rehîneyên sivîl hemû zilam in.

Ji bo serbestberdana welatiyên sivîl, saziyên û rêxistinên sivîl bang li komên behsa mijarê kirin, lê heta niha tu encam nehatine kirin.