3 şoreşger li Adigeyê hatin bîranîn
3 şoreşgerên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan li Komara Xweser a Adigeyê hatin bîranîn.
3 şoreşgerên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan li Komara Xweser a Adigeyê hatin bîranîn.
Kurdên li Komara Xweser a Adigeyê ya li Federasyona Rûsyayê dijîn, ji bo sê şoreşgerên Kurd çalakiyeke bîranînê lidar xistin.
Di merasîmê de siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş (Mahmût Qoser) ku Rûsyayê ew radestî Tirkiyeyê kir û ji ber kansera pişikê ya girtîgehê pê ket 21'ê Tebaxê li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, gerîlayê HPG'ê Enver Gorduk (Şiyar Agirî) ê 23'ê Tebaxê li Qersê di şer de jiyana xwe ji dest da û gerîlayê HPG'ê Sabir Hesen ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Mala Kurdan pêk hat û ji rêveberên Mala Kurdan Xudeda Ahmed axivî. Ahmed qala jiyan û têkoşîna her sê şoreşgeran kir û ew bi bîr anî.