3 sal ceza li siyasetmedarê Kurd Demîr hat birîn
Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrg 3 sal ceza li siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ê bi îdîaya endamtiya PKK’ê tê darizandin birî.
Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrg 3 sal ceza li siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ê bi îdîaya endamtiya PKK’ê tê darizandin birî.
Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrg 3 sal ceza li siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ê bi îdîaya endamtiya PKK’ê tê darizandin birî. Dewleta Elman a dest ji polîtîkayên zextê yên li hember gelê Kurd bernade, bi heman hincetan berî niha bi du rojan ku Bedrettîn Kavak li Dusseldorf binçav kir, girt.
DADGEH XWEDÎ LI DIJMINTIYA KURD DERKET
Di doza ku siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ê ev saleke li Elmanyayê girtiye û di çarçoveya ‘sûcên terorê yên li derveyî welêt’ tê darizandin biryar hat aşkerakirin. Serokê heyeta dadgehê Klaus Ruhle got, wek daraz neçarin li gor biryara siyasetê nîşan daye tevbigerinn. Heyeta dadgehê sedema biryara xwe spart biryara ku di sala 2013’an de Dadgeha Federal a Elmanya daye. Heyeta dadgehê piştgirî da dijmintiya li hember Kurdan û PKK wek “rêxistineke terorê ya li gor armancên xwe li derveyî welêt cinayetan dike” nirxand.
Piştî rûniştinê komeke qerebalix a doz dişopand dirûşma, “Bijî Berxwedana Rojava” qîr kir.
ZEXTÊN LI SER KURDAN DIDOMIN
Li gel vê zextên li Elmanyayê yên li hember Kurdan didomin. Piştî 18’ê Tirmehê ku serokê berê yê YEK-KOM’ê Ahmet Çelîk hatibû girtin, du roj berê li bajarê Dusseldorf bi îdîaya “berpirsê PKK’ê yê sehayê ye” siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak hate binçavkirin piştre hate girtin. Li Elmanyayê saziya AZADÎ ya alîkariya hiqûqî ya Kurdan dike, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de helwesta Elmanyayê ya kirimînalîzekirina Kurdan û her wiha ku ji dewleta Tirk re dixebite şermezar kir û bang li tevayî hêzên demokratîk kir ku helwesta dewleta Elman şermezar bikin.
Kavakê 57 salî yê Êlihî, 22 salê emrê xwe di zîndanên Tirkiyeyê de derbas kir. Ji ber du sal berê krîza dil derbas kiriye û pêwîstiya wî bi tedawiyek asayî heye, li bende ye ku sewqî Hamburgê bê kirin.