3 rojnamevan giliyê rojnameyên Star û Akît kirin

3 rojnamevan giliyê rojnameyên Star û Akît kirin

3 rojnamegeran der barê rojnamegerên rojnameya Akît û Starê de k udi nûçeyên xwe de ew hedef nîşan dabûn gilî kirin.  Rojnamegeran wiha got: “Rojnameyên Akît û Starê em hedef nîşan dan.  Ger em bibin qurbanê komployeke siyasî çapemeniya hikûmetê berpirs e.”

Edîtora ETHA û rojnamegera Ajansa me Arzu Demîr, Koordînatorê  Radyoya Ozgur Nadiye Gurbuz û Koordînatora weşanê ya rojnameya Atilimê Sedat Şenoglu  der barê rojname û rojnamegerên ew hedef nîşan dane yên Star û Akîtê de serlêdana sûc kirin.

Rojanamegeran li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî da.  Rojnamger Necatî Abay, hevsera wî Leyla Abay, parêzerên wan û xebatkarên rojnameya Kizilbayrak piştgirî dan xebatan.

Arzu Demîr diyar kir ku rojnameyên Star û Akît weke xwediyên xwe tevgeriyan û em rojnamger hedef nîşan dan. Demîr gor demek berê serokwezîr Erdogan rojnamegera girtî Hatîce Duman hedef girt u wiha got: “ Star û Akît wekê rojnameyên fermî yên hikûmetê weşandê dikin. Van rojnameyan em wekê MLKP’î îlan kirin.  Di nûçeyên xwe de  îdia kirin ku  Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas û Komîteya Parastina Rojnamgeran ji aliyê MLKP’ê ve tên bi rêve birin.”

TIŞTEK BÊ SERÊ ME HIKÛMET BERPIRS E

Demîr da zanîn ku weke delîl jî tê îdiakirin ku du rêxistinên navnetewî bi ‘4 rojnamgerên MLKP’î’ re hevdîtin kirine û wiha got: “Me ev fîlm berê jî temaş e kir. di 14’ê çileyê 2012’an de rojnameya Yenî Şafakê, gerînendeyên gitşî yê rojanmeya Atilimê  Îbrahîm Çîçek û şêwirmendên Giştî yê ESP’ê  Ziyar Ulusoy û Alî Hidir Polat hedef nîşan dabû. piştî nûçeya mijara gotinê 3 sosyaslîst hatin girtin. Ger ji vir şûnde titşek bê serê me çapemeniya hikûmetê berpirs e.

Em dê teslîmê zextên faşîzan û despotiya AKP’ê nebin.  Em dê şopdarên pêvajoyê bin. “