3 kes li Îzmîrê hatin girtin

3 kes li Îzmîrê hatin girtin

Ji 9 kesên di êrîşa polîsan a xwepêşandanên ji bo Kobanê de hatibûn binçavkirin û hatin berdan ji bo 3 kesan biryara girtinê hat dayîn.

Ji bo 9 kesên bi sedema tevlî çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê bûne hatibûn binçavkirin û hatin berdan, li ser îtîraza Serdozgeriya Komara Îzmîrê dadgehê biryara xwe da.

Di nav wan de ku Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Cavît Ugurlu jî hebû 6 kes ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. Dadgehê ji bo 3 kesan jî biryara girtinê da.