3 hevserokên HDP’ê yên navçeyên Stenbolê hatin destgîrkirin

Hevserokên HDP’ê yên navçeyên Zeytînbûrnû, Uskudar û Çekmekoy yên Stenbolê bi hincetên cuda hatin destgîrkirin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Zeyntînbûrnû Samet Ayas, Hevserokê navçeya Uskudar Hakki Cengîz, Hevserokên navçeya Çekmekoy Selma Korkmaz û Halîl Salik hatin destgîrkirin.

Diyar bû Ayas bi hinceta belavokên têkildarî tecrîdê yên li wesayîta wî de, Cengîz jî bi hinceta pankartên li avahiya navçeyê hatiye destgîrkirin.

Ayas birin buroya Ewlehiya Fatîh a Sîrkecî, Cengîz jî birin emniyeta navçeyê ya Uskudar, Korkmaz û Salik jî birin qereqola navenda Çekmekoyê.