27'ê Mijdarê li Sydney û Londonê hat pîrozkirin
Salvegera 39. a damezrandina PKK'ê li Awûstralya û Îngilîstanê hat pîrozkirin.
Salvegera 39. a damezrandina PKK'ê li Awûstralya û Îngilîstanê hat pîrozkirin.
Çalakiyên ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê li derveyî welat dewam dikin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sydney ê Awûstralyayê li hev civiyan, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Şev ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-KURD) ve hate organîzekirin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
Di şevê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelê Kurdistanê hat pîrozkirin.
LI LONDONÊ HAT PÎROZKIRIN
Salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Îngilîstan Londonê bi coş û kêfxweşî hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li vapûrekê pêk hat û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn. Kurdistaniyan camên vapûrê bi wêneyên Ocalan û alên PKK'ê xemilandin. Piştî axaftin û peyamên hatin xwendin bernameya muzîkê dest pê kir.
Wekî din, çalakiya bi bîlboardên li ser wesayitan, ku li Londonê bi wêne û peyamên Ocalan digerin, dewam dike.