27’ê Mijdarê li Melboûrneyê hate pîrozkirin
Salvegera 40’ê ya PKK’ê li bajaê Melboûrne yê Awûstûryayê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Salvegera 40’ê ya PKK’ê li bajaê Melboûrne yê Awûstûryayê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Salvegera 40’ê ya PKK’ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdisaniyê li Vîctorîa ya li bajarê Melboûrne ya Awûstûryayê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Di axaftinên şahiyê de hate kirin hate gotin ku tevî hemû êrîş û pêkanînên dewleta Tirk, hê jî berxwedana bi heyebet a tevgera Kurd dewam dike.
Nûnerê KNK’ê Cengîz Sonkaya jî di şahiyê de axivî û diyar kir ku cîhana emperyalîzmê serê xwe xiste nava axê, tevgera Kurd jî li dijî DAÎŞ’ê serketinên mezin bi dest xist.
Hevseroka Navenda Civakê jî Jiyan Agirî jî anî ziman ku tevgera Kurd xewa dijmin herimand. Sertaç Şahîn jî berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye silav kir.
Di dawiya şahiyê de jî Fatoş Çîçek jî danezan salvegera 40’an a ji aliyê PKK’ê ve hatibû weşandin xwend.
Şeva şahiyê bi gerandina govendê ve bi dawî bû.