27’ê Mijdarê bi meşaleyan hat pîrozkirin

27’ê Mijdarê bi meşaleyan hat pîrozkirin

36. salvegera damezrandina PKK’ê li Colemêrg, Mêrdîn, Dêrsim, Erzirom, Sêrt, Edene, Mêrsîn, navçeya Amed Bismil û Tozan ya Îdirê bi meşaleyan hat pîrozkirin. Li Îzmîrê jî polîsan destûr neda pîrozbahiyê.

DÊRSIM

Bi munasebeta 36. salvegera damezrandina PKK’ê di pêşengiya Rêxistina DBP’ê ya Dêrsimê de meşek bi meşale hat lidarxistin. Welatiyên li kolana Hunerê hatin gel hev heta Qada Seyîd Riza bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Wê Kurdistan ji faşizmê re bibe gor”, “Ciwan fedayiyên Apo ne" hatin gotin. Li qada Seyîd Riza deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî axaftinan bi fîşekên hewayî asîman hat xemilandin.

IDÎR

Di pîrozbahiya ku li ber avahiya DBP’ê ya Tozan pêk hat gelek welatî beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevşaredara Tozan Neşegûl Can axivî. Can got, “Bila neyê jibîrkirin ku 27’ê Mijdarê ji bo me pir girîng e. Em di şopa Sakîneyan, Arîn Mîrxanan de lêgerîna wan a azadiyê didomînin.” Şahî bi govendê bi dawî bû.

SÊRT

Bi wesîleya 36. salvegera damezirandina PKK’ê li gelek taxên Sêrtê şahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiya li qada Siveyka de li gel rêveberên DBP û HDP’ê hevşaredar û gelek welatî beşdar bûn. Di şahiyê de komên di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya de stran gotin.

Li taxa Bariş jî gelek ciwanên ku li qada Kaçarlar hatin gel hev  agir pêxistin. Ciwanên posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin di derdora agir sirûd xwendin, paşê meşale pêxistin û bi dirûşman dest bi meşê kirin.

ERZIROM

Di pêşengiya rêxistina DBP’ê ya Erziromê de tevî barîna berfê jî li semta Mahallebaşi ya navçeya Palandoken şahiyek hat organîzekirin. Rêveberên HDP-DBP xwendekarên Zanîngeha Ataturk û gelek welatî jî beşdar bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir paşê dîrokçeya PKK’ê hat xwendin û sînevîzyona têkildarî PKK’ê hat temaşekirin. Girse dûre ji avahiya DBP’ê heta qada bajêr a Mahallebaşi bi dirûşman meşek li dar xist. Girse piştî axaftinên li qadê careke din heta avahiya DBP’ê meşiya, şahî bi fişekên hewayî û govendê bi dawî bû.

MÊRDÎN

Li taxa Yalim a Mêrdînê jî bi sedan kesên xwestin bi meşekê 36. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz bikin, rastî êrîşa polîsan hatin. Bi sedan ciwanên ku li ber Mala Gel a Yalim hatin gel hev bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bimire DAIŞ hevkar AKP” , “PKK gel e gel li vir e” heta caddeya Munîr Akyol meşiyan. Ciwanên li vir rê li çûnûhatinê girtin rastî êrîşa polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê hatin. Ciwanan jî bi fişekên hewayî û bombeyên deng bersiv dan. Pevçûn nêzî saetekê berdewam kir.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê bi sedan welatî tevî sermayê jî hatin ba hev û heya derengiya şevê 36'emîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.

Meclîsên taxên Berçelan, Silehiya (Yenîmahalle) û Kiranê ên Colemêrgê ji bo 36'emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li navenda taxa Berçelanê şahiyek li dar xistin. Li gel gelek welatî, hevserokên meclisên taxan, endam û rêvebirên DBP'ê û hevşaredarê Colemêrgê di pîrozbahiyê de amade bûn. Di qada şahiyê de agirek mezin hat pêxistin û gelek ciwan bi cilên gelêrî beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û Hevberdevkê Meclîsa Taxa Berçelan Kamîl Atan di şahiyê de axivî. Atan diyar kir ku PKK’ê bi têkoşîna xwe dîrokek bêhempa derxist holê. Atan destnîşan kir ku ew bi coşa wê têkoşîna ku derketiye holê şa dibin.

Piştî axaftinê welatiyan li ber agirê ku hat pêxistin dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin û heya derengiya şevê govend gerandin.

ÎZMÎR

Şahiya ku rêxistina Karabaglar a DBP’ê xwest li ber nûnertiya taxa Yûzbaşi Şerafettin li dar bixin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsên ku bêyî ti hişyarî bikin hatin cîhê şahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mahsûm Korkmaz (Egîd) ku di nûnertiyê de daliqandibûn qetandin û desteser kirin.
Rêxistinên DBP û HDP’ê yên li Bayrakli 36. Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Di şahiya ku li avahiya Bayrakli ya HDP’ê pêk hat, gelek welatî amade bûn.

MÊRSÎN

Bi hezaran kesên li Taxa Şevket Sûmer a navçeya Akdenîz hatin gel hev, 27’ê Mijdarê pîroz kirin. Şahî piştî axaftinan bi stranên koroya jinan a NÇM’ê û sînevîzyonê bi dawî bû. Di şahiya li Taxa Fahrettîn Paşa ya Tarsûs jî bi hezaran welatî beşdar bûn.

Bi heman wesîleyê li navçeya Toros a Mêrsînê jî ku pîrozbahiyek pêk hat pankart hatin vekirin, dirûşm hat gotin û govend hat gerandin.

EDENE

Li Taxa Kuçuk Kirim a navçeya Edeneyê li ber nûnertiya HDP’ê bi hezaran welatî hatin gel hev, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.
Bi hezaran Kurdistaniyên li Terqarê ya Taxa Daglioglu kom bûn, 36. salvegera damezrandina PKK’ê bi coş pîroz kirin.

AMED

Li navçeya Bismil a Amedê jî ji aliyê ciwanên YDG-H ve pîrozbahiya 27’ê Mijdarê hat lidarxistin. Ciwanên li ser rêya Amed-Êlîh kom bûn, bi dirûşman fişekên hewayî teqandin. Polîsên hatin qada şahiyê serûber bombeyên gazê li hember ciwanan bikar anîn. Ciwanan jî bi bombeyên deng, fişekên hewayî û keviran bersiv dan.