‘261 Kobanî di şert û mercên Guantanamo de tên ragirtin’
‘261 Kobanî di şert û mercên Guantanamo de tên ragirtin’
‘261 Kobanî di şert û mercên Guantanamo de tên ragirtin’
Parlamenter Aysel Tugluk, Îbrahîm Ayhan û Îbrahîm Bînîcî ku bi 161 welatiyên ji Kobanê hatine bêyî hincet tên ragirtin û nayên berdan re hevdîtin pêk anîn û diyar kirin ku welatî di bin şert û mercên giran de tên girtin û rewşa yên di greva birçîbûnê de ne jî ne baş e.
Piştî ku li Kobanê pevçûnan dest pê kir di 5’ê Cotmehê de 161 welatiyên ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Pirsûsê bûn û li Salona Sporê ya Pirsûsê tên girtin li ser agahiyê dê bên berdan Parlamenterên Rihayê Îbrahim Ayhan û Îbrahim Bînîcî û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk çûn wir. Parlamenterên ku bi welatiyên di nav de jin, zarok, rojnameger, bijîşk, kal û pîr hene û ev 7 roj in bêyî prosedur tên girtin re hevdîtin pêk anîn piştî hevdîtinê daxuyanî dan. Parlamenter Bînîcî destnîşan kir ku welatî di şertên Guatemelayê de tên girtin û wiha axivî: “Di nava toz û pîsîtiyê de tên girtin. Şert û mercên mirovî nîn e. Rayedar tenê dibêjin mêvan in lê serbest jî bernadin.”
Bînîcî da zanîn ku Tirkiye qanûnên xwe jî bin pê dike û ev tişt anî ziman: “Ligel li derî nasnameyên xwe nîşan dan hatin jî dîl hatin girtin. Divê ev kes demildest bêne berdan. Em bi zorê gel didin rawestandin. Her tim tên pirsa çima ev mirov hê jî girtinê dikin. Divê mijar bi aweyeke hesas bê nirxandin. Kêr gihîşt hestî. Îro şûnde ji bûyerên li Kurdistana Tirkiyeyê biqewimin em berpirsyar nîn in.”
Aysel Tugluk jî diyar kir ku sivîl ev hefteyek e di şertên esaretê de tên girtin û wiha berdewam kir: “Ji ber zilma DAIŞ’ê reviyan bi zilmeke din re rû bi rû man. Tola bûyerên li Tirkiyeyê qewimî digirin. Di bin navê mulakatê de tên pirsyarkirin. Bi awayeke aşkera şikandina rûmetê û îradeyê heye. Îzah û mantelîteya vê yekê nîn e. Em ê li hemberî vê yekê helwestê bigirin.”
Tugluk anî ziman ku ji 160’î zêdetir di greva birçîbûnê de ne û rewşa yên di grevêde ne ne baş e û yên pirsgirêka tenduristiyê dijîn ranakin nexweşxaneyan.
Îbrahîm Ayhan jî da zanîn ku welatiyên Kobanê muameleya “sûcdarên şer” dibînin û bi gotina “Armanca AKP’ê çi ye em fêm nakin. Gelo dixwazin krîzeke nû derxînin û rageşiyê derxînin?”