26 leşkeran ji bo berxwedana Kobanê firar kirin
26 leşkeran ji bo berxwedana Kobanê firar kirin
26 leşkeran ji bo berxwedana Kobanê firar kirin
26 Kurdên li Enqere û Stenbolê leşkeriyê dikin, ji yekîneyên xwe reviyan û tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûn.
Piştî berxwedana Kobanê û serhildanên li Bakurê Kurdistanê 26 ciwanên Kurd ên li artêşa Tirk leşkeriyê dikin ji yekîneyên xwe firar kirin. Ji leşkerên firar kirin yekî ku nexwest ji ber ewlehiyê navê xwe bide û d inava çalakiyên piştgiriya Kobanê de cihê xwe girt, diyar kir wan ji bo li rex gelê Kobanê cih bigirin û piştgirî bidin wan kesên fîrar kirine û got ku divê hemû ciwanên Kurd ên li leşkeriyê kêliyek beriya kêliyeke din ji kişla û yekîneyên lê ne fîrar bikin, piştgirî bidin gelê Kobanê û di nava refên çalakiyên Kobanê de cihê xwe bigirin.