230 ciwan li Başûrê Kurdistanê li ser navê cîhadê çûne Sûriyê

230 ciwan li Başûrê Kurdistanê li ser navê cîhadê çûne Sûriyê

Berpirsê Dezgeha Parastin û Zanyarî ya Herêma Başûrê Kurdistanê Lahor Şêx Cengî diyar kir ku ta niha li Başûrê Kurdistanê derdora 230 ciwanên Kurd li ser navê cîhadê çûne li nav komên îslamiyên Radîkal yên li Sûriyê şer dikin.

Berpirsê Dezgeha Parastin û Zanyarî ya Herêma Başûrê Kurdistanê Lahor Şêx Cengî ji rojnameya  Kurdistanî Niwê axivî û destnîşan kir ku heta niha ji bajarên Silêmaniyê û Helebce zêdetirî 100 ciwan, ji Hewlêr û Badînan zêdetirî 60 ciwan û ji Kerkûk û Xurmatûyê jî nêzîkî 60 heta 70 ciwan çûne Sûriyê di nava komên îslamî de bi cih bûne.

Her wiha Cengî bal kêşand li ser rola wan ciwan di nava komên îslamî de û got, “agahiyên me hene ku, ew hemû kesên ku bi navê cîhadê çûne Sûriyê têne perwerdekirin û grûpeke taybet bi navê kurdên Iraqê ava kirine.”

Cengî diyar kir ku ji van ciwanên Kurd 25 jî dane diyar kirin ku ew amadene karên xwekujiyê pêkbînin.

Piştî vê daxuniya Lahor Şêx Cengî Komelaya Îslamiya Kurdistanê jî daxuyaniyek da û ragihand ku ew wek Komela Îslamiya Kurdistanê çûna ciwanên Kurd li Sûriyê baş nabînin û di daxuyaniya wan de wiha tê gotin: “Em çûna ciwanên Kurd li Sûriyeyê baş nabînin û li gel vê yekê de jî nînin. Divê pirsgirêka Sûriyê li gorî berjewendiyê netew û  pêkhateyên Sûriyê de be.”

Ji destpêka şerê Sûriyê ve ji ciwanên Kurd yên ku diçin li Sûriyê li ser navê cîhadê şer dikin, li gorî çavkaniyên herêmî ta niha 9 hatine kuştin. 

Hêjayî gotinê ye, di pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê de gelek welatiyên ji Başûrê Kurdistanê yên di nava refên çeteyên El Qaîdeyê de dîl ketin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG).