22 parlamenterên endamên MPKE’yê: Ocalan serbest berdin
22 parlamenterên endamên MPKE’yê: Ocalan serbest berdin
22 parlamenterên endamên MPKE’yê: Ocalan serbest berdin
22 parlamenteran ku endamên komên siyasî yên cuda bûn û di MKPE’yê de cih digirin diyar kirin ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe divê Abdullah Ocalan bê berdan û divê PKK jî tê de hevdîtinên aştiyane pêk werin.
Danezane bi ser navê ‘Jibo çaresriya pirsgirêka kurd bi hêzanî pêk were divê Ocalan serbest bê berdan’ dê li merciyên cuda yên MKPE’yê bên nirxandin.
Di nava kesên îmze avêtine bin danezanê parlamenterê sosyalîst yê Belçîkayê Patrîck Morîau, parlamenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu û Geroge Loukaîdes yên ji Kibrisê heye. Di danezanê de hate diyar kirin ku neçareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê demokrasiyê dike bin îpotekê û hate gotin ku pirsgirêka kurd her diçe girantir dibe.
Di danezanê de parlamenteran wiha got: “Ger ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê rewş girantir be. Di rewşa heyî de ji xwe bi hezaran wendahiya can heye û bi hezaran di zindanan de ne. rewş qet ne başe. Ger îrade bê nîşandan dê şert û mercên çareseriyê pêk were. Lê di vir de rola serek Abdullah Ocalan dilize.
Di lîstaya navên ku îmze dane danezanê; Patrick MORIAU, Ertugrul KURKÇU, George LOUKAIDES, Andrej HUNKO, Şurigur BACKMAN, Karîn ANDERSEN, Nîkolaj VILLUMSEN, Guy COËME, Arcadio DÍAZ TEJERA, Pasquale NESSA, Bernard MARQUET, Armen RUSTAMYAN, François ROCHEBLOINE, Mike HANCOCK, Grigore PETRENCO, Tiny KOX, Katrin WERNER, Ioannis DRAGASAKIS, Alessandro ROSSI, Kateřina KONEČNÁ û Liana KANELLI cih digire.