22 berxwedêrên Gezî hatin berdan

22 berxwedêrên Gezî hatin berdan

Ji 30 binçavkirinên berxwedana Parka Geziyê 22 jê hatin berdan. 4 jê bi daxwaza girtinê û 4 jî bi daxwaza kontrola edlî rastî dadgehê hatin kirin. 

Bi sedema tevlî berxwedana Parka Gezî bûne, di 16'ê Tîrmehê de li 16 navçeyan di serdegirtina 40 navnîşanan de 30 kes hatin binçavkirin û ew radestî edliyê hatin kirin.

Piştî karûbarên li Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê, 23 jê xwendekar 30 kes sewkî Edliya Çaglayanê hatin kirin.

22 jê serbest hatin berdan. 4 jê bi daxwaza girtinê û 4 jî bi daxwaza kontrola edlî, radestî dadgehê hatin kirin.