211 kolber û kesibkar hatin binçavkirin
Rejîma Îranê, ku êrîşên xwe yên li dijî kolberan didomîne, di nava 72 saetên dawî de 211 kolber û kesibkar binçav kir.
Rejîma Îranê, ku êrîşên xwe yên li dijî kolberan didomîne, di nava 72 saetên dawî de 211 kolber û kesibkar binçav kir.
Ji fermandarên hêzên rejîma Îranê Şêrzad Hacîzede, li ser sînorê Makû yê eyaleta Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku di nava 72 saetan de 211 kolber (mirovên di berdêla pere de li ser sînor bar dibin û tînin) û kesibkar (mirovên bi wesayitan bar dibin û tînin) hatine binçavkirin.
Şêrzad Hacîzede diyar kir, ku piraniya kolber û kesibkar li sînorê Makû hatine binçavkirin û ev îdîa kir, "Nasnameya Îranê bi gelekan re nebû. Ne Îranî ne, biyanî ne."