21’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navnetewî dest pê kir
21’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navnetewî dest pê kir
21’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navnetewî dest pê kir
21’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navnetewî ku Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên kurdan anîn cem hev bi sirûda ‘Ey Raqîp’ dest pê kir. Mîhrîcana ku bi tevlibûna dehezarna dest pê kir destpêkê ciwanên tevli meşa xwedî derketina li berxwedana Rojava derketin ser dîkê.
Qada Westfalenhallenpark ya bajarê Dortmund a Almanyayê îro kurd û dostên kurdan dihewîne. 21’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd ya Navnetewî saet di 12.30’an de bi sirûda ‘Ey Raqîp’ dest pê kir. Mîhrîcana bi dirûşmeya ‘Ji Kurdistanê re stetu ji Ocalan re azadî’ bi tevlibûna dehezaran kesî berdewam kir.
Li qadê posterên mezin yê Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û YPG’iyên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.
Sirûda ‘Ey Raqîp’ bi Komara Zarokan a Aramê Tîgran re hat xwendin û piştre ciwanên tevli meşa ‘em Rojava silav dikin’ bibûn tevli bûn.
Ciwanan ev peyam da: “Li Rojava şoreşek pêk tê. Ev şoreş ne tenê kurdan hemû kêmaran dihundirîne. Şoreşa Rojava şoreşa ciwana ne. Divê ciwan xwedî li şoreşê derkevin.
Piştî ciwanan Koma Zarokan a Aramê Tîgran ya ji 80 kesî pêk dihat derket ser dîkê.
Her wiha di beşên çand û hunerê de dê siyasetmedar û hunermend derkevin ser dîkê. Li sahneyê de hevserokên YEK-KOM’ê Yuksel Koç û Hamdiye Akbayir axaftinan dikin.