20 sosyalîstên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê tên kirin

20 sosyalîstên hatin binçavkirin, ku gaziyên Pirsûsê jî di nav de hene, îro sewqî edliyeyê tên kirin. Dozger, bêyî îfadeyan werbigire wê bi nirxandina ser dosyayê re biryarê bide.

20 sosyalîstên roja Înê hatin binçavkirin, ku di nav de gaziyên Pirsûsê jî hene, îro wê sewqî Edliyeya Çaglayanê werin kirin.

Buroya Hiqûqê ya Bindestan da xuyakirin ku dozger gotiye, "Ez ê îfadeyê negirim, bi nirxandina dosyayê re ez ê biryarê bidim."

Di nava binçaviyan de gaziyên Pirsûsê Şerîfe Erbay, Îlke Başak Baydar, Çagdaş Kuçukbattal, Ogûz Yuzgeç û Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok û Serokê ESP'ê yê Amedê Soner Çîçek jî hene.