20 saniyeyên li Şengalê ku wê derbasî dîrokê bibin
Orhan û Çekdar li Şengalê ji bo şer geş nebe bûne qasid lê bi namerdî hatin kuştin. Ne tenê ji bo Şengalê û Kurdan, weke fedaiyên mirovahiyê derbasî dîrokê bûn.
Orhan û Çekdar li Şengalê ji bo şer geş nebe bûne qasid lê bi namerdî hatin kuştin. Ne tenê ji bo Şengalê û Kurdan, weke fedaiyên mirovahiyê derbasî dîrokê bûn.
We di dîmenan de dît.
3’yê Adara 2017’an. Mintiqeya Xanesorê ya Şengalê.
Komeke çekdar a ku piraniya wan bi Tirkî diaxivin, nependî ne, rûyê wan maskekîrî ye, navê ‘’Pêşmergeyên Rojava’’ li wan hatiye kirin, girêdayî PDK’ê ne û ji hêla tîmên taybet ên Tirk ve hatine pewerdekirin, li dijî mewziyên YBŞ’ê yên Xanesorê ya Şengalê êrîşê tînin.
YBŞ kî ye? YBŞ ango Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê; avaniyeke leşkerî ye ku ji komkujiya Şengalê xilas bûne û ji bo ku xwe li dijî talokeyan biparêzin xwe birêxistin kirine. Ji zarokên xas ên Şengalê pêk hatiye û tenê peywira parastina xaka xwe bi cih tînin.
Ha ev koma ku ji hêla Tirkiyê û PDK’ê ve hatî perwerdekirin dema ku bi ser mewziyên YBŞ’ê ve diçe rîska şer çêdibe.
Ev 2’yê Adarê diçin. Dema ku rîska rageşî û şer çêdibe gerîlayên HPG’ê yên li herêmê ji bo ku qasidiyê bikin di nav wan de diçin û tên. Fermandariya HPG’ê bi mebesta ku pêşî li arîşeyê bigire û qasidiyê bike komeke gerîla peywirdar dike.
Gerîla têne qadê û bi aliyan re diaxivin. Û du gerîlayên ku di dîmenên jor de we dîtin diçine cem wê komê ku bi alaya Herêma Federe a Kurdistanê dixwazin êrîşê bînin. Ne bi çekan lê bi destên xwe, ji bo ku şer çênebe wesayitê tehf didin, dixwazin bidin rawestandin.
Lê revdeyên kujer li van du gerîlayan û li her kesê derdorê direşînin. Di vê navê de nûçegihan û kameravan ên ku tiştên dibin tomar dikin birîndar dibin. Kameravan ji bo ku nebe hedefa guleyan serê xwe ditewîne û kamera ji qeydkirinê derdikeve. Du nûçegihanên ÇIRA TV û hevala me ya nûçegihan Nûjiyan Erhan birîndar dibin.
Û du gerîlayên ku bi mebesta pêşî li şer bigirin hatin bi nemerdî, bi qeleşî têne kuştin.
Navê gerîlayekî jê Newroz Guvercîn e. Navê Kod Çekdar Sînan.
Çekdar Sînan ji Qersê ye. Dema ku DAIŞ bi ser Êzîdiyên Şengalê de digire ji bo peywira xwe ya mirovî bi cih bîne diçe Şengalê û ji destpêkê ve li dijî van revdeyên barbar şer dike.
Newroz Guvercîn ê ku ji Qersê ji bo ku Êzîdiyan biparêze tê Şengalê, ji hêla wan nemerd û qeleşên ve ku ji hêla efserên Tirk ve hatine perwerdekirin û ji xwe re Kurd dibêjin, hate kuştin.
Navê gerîlayê dî Orhan Baran e. Navê wî yê li malê Ibrahîm Îsa Huso.
Ibrahîm Îsa Huso 1994’an li bajarê Qamişlo yê Rojava tê dinê. Heman salê birayê wî yê mezin Mesûd Huso (Ferhat Baran) tevlî nav refên PKK’ê dibe û 2006’an li Behra Reş, weke gerîlayekî PKK’ê jiyana xwe ji dest dide.
Ibrahîm Îsa Huso ango Orhan Baran ku qet birayê xwe Mesûd neditiye, hê di temenê xwe yê ciwan de tevlî nav PKK’ê dibe.
Bavê Ibrahîm Îsa Husu, Îsa Huso jî rêberekî gel e ku pêşengiyê ji Şoreşa Rojava re dike. 30’ê Temûza 2013’an li Qamişo bi teqîna bombeyeke ku di wesayita wî de hatibû bicihkirin jiyana xwe ji dest dide. Piştre derkete holê ku ev kuştin ji hêla dûvelingê PDK’ê, ENKS’ê ve hatiye kirin.
Roja ku bavê Ibrahîm Isa Huso hatî kuştin, du birayên wî dî jî tevlî nav PKK’ê dibin û berê xwe didine çiyan.
Ibrahîm yanî Orhan Baran, piştî ku bavê wî Îsa Huso tê kuştin tê Rojava, seriyekî dide diya xwe û malbatê. 3’yê Tebaxa 2014’an dema ku DAIŞ’ê bi ser Şengalê de girt, radihêje çeka xwe û diçe Şengalê.
Hê 20 salî ye wê demê. Li wê korîdorê ya bi mebesta ku Êzîdiyên Şengalê jê xilas bikin dixebite.
Bi hevalên xwe re li dijî DAIŞ’ê şer dike.
3’yê Adarê bi hevalê xwe Newroz Guvercîn re ji bo ku di navbera YBŞ’ê û koma bi ser PDK’ê de şer dernekeve bi milê xwe wesayita leşkerî tehf dide, destê xwe naavêje çekê.
Piştî bi çend xulekan çekdarên bi ser PDK’’ê ve lê direşînin û qetil dikin.
Orhan Baran di dîmenên jêr de, soz dide komeke hevalê xwe yê gerîla ku ji bo gelê Kurdistanê xizmetê bike. Lê eynî weke bavê wî Îsa Huso, Orhan jî ji hêla şebekeyeke îxanetê ve ku navê ‘’Kurdistanê’’ bi xwe ve kirine tê kuştin.
Cenazeyê Orhan Baran ê 23 salî, 6’ê Adarê li Qamişlo ji hêla bi hezaran kesî ve hate veşartin. Di merasîmê de birayê wî yê mezin dibêje, ‘’Birayê min ê mezin Ferhat li Bakurê Kurdistanê, bavê min li Rojava û birayê min ê biçûk Orhan li Şengalê şehîd bû. Ez jî amade me ku li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bibim’’ û helwesta malbatekê ya di doza Kurdistanê de bi vê hevokê vedibêje.
Orhan Baran û Çekdar Sînan weke Derwêşê Evdî yên hevdem li çiyayên Şegalê li dijî barbariyê şer kirin. Wan ji bo ku DAIŞ’ê ji Şengalê derxînin kedeke mezin dan.
Ji bo ku li Şengalê şer çênebe bûne qasid lê bi nemerdî û qeleşî hatin kuştin. Ne tenê ji bo Şengalê û Kurdan weke fedaiyên mirovahiyê derbasî dîrokê bûn.
Lê yên ku ew qetil kirin..
Piştî ku dîmen weşiyan xwestin ku înkar bikin. Ji ber ku pir bi hewes in ku xwînê birijînin û xwînê bibînin gotin, ‘’çima ew kêlîka ku hatin kuştin nîn e’’ Nûçegihanên ku ji xwe re kirin hedef û birîndar kirin nahesibînin. Ji wan weye wê neyê dîtin ew gerîlayan ku bedena xwe li dijî wesayitên zirxî kirin mertal.
Xwestin ku vê qeleşiya xwe bincil bikin û manîpule bikin.
Ji bo gerîlayên ku ‘ji bo ku şer dernekeve’ xwe feda kirin, gotin nehatine qetilkirin. Merasîma cenaze ya bi tevlêbûna bi hezaran kesî pêk hatî ji nedîtî ve hatin.
Piştî vê fermandarekî PDK’ê ya ku di vê êrîşê de cih girtî, di qenela TV’ya xwe de got, ‘’a rast me 20 Êzîdî kuştin lê PKK vedişêre’’ û slav ji Mesûd Barzanî re şandin.
Bi vê helwesta xwe nîşan da bê ka îxanet û qeleşî di nav hîyerarşîyeke çawa de pêk hatiye.
Di şerê herî xirab de jî, di nav dijminê herî xirab de jî kêm tê dîtin ku gule li ‘qasidê aştiyê’ hatiye reşandin. Ev kirin. Van ji mêj ve heq kirine ku ne bi projeyên siyasî û civakî yên ku ne hêjane pîvazeke xirab e lê bi îxanet û alçaxiyê di nav dîrokê de cihê xwe bigirin.
Têgînên îxanet, alçaxî û qeleşiyê têrê nakin ku vê revdeya ku weke şebekeya nebaşiyê bûne bela serê Kurdistanê û Rojhilata Navîn pênase bike.
Di ti ramana siyasî, di ti nirxê însanî û civakî de, di ti ayîna dînî de pênaseya van nîn e. Ji nebaşiyê nebaştir in. Û erzantirînên kujeran in..
Kujerên ku Orhan Baran û Çekdar Sînan qetil kirin hê jî li Şengalê ne. Bêguman wê hesab bidine gelê Kurdistanê. Lê hesabê giran wê paşmêrên wan bidin ku derî bi derî digerin û xwîna Kurdan dixin mezatê. Tam weke kujerê Helepçe Seddam ku tim xwe davête ber deriyê wî û weke kujerê Cizîrê Erdogan ku tim li ber deriyê wî ye. Her kes bi qasî ku heq dike û bi rengê ku heq dike wê di dîrokê de bimîne.
Orhan û Çekdar bi lehengiyên xwe, kujerên wan jî, bi qeleşiya xwe ya 20 çirkan wê tim werin bibîranîn…
Li ti nirxê civakî nayê ku guleya li vê helwesta bêguneh û însanî ya Orhan û Çekdar hatî reşandin weke ‘’şerê birakujiyê’’ were pênasekirin. Ji ber ku xwedî heman nasnameya etnîk in,wê dîrok wê xefletê qeyd bike ku mirov kujerên Şengalê û mexdûrên Şengalê bi gotina ‘biratiyê’ bike weke hev.