20 rojnamevanên Kobaniyî yên hatin binçavkirin di greva birçîbûnê de ne

20 rojnamevanên Kobaniyî yên hatin binçavkirin di greva birçîbûnê de ne

Cemiyeta Rojnamevanên Azad a navenda wê li Amedê ye diyar kir ku piştî êrîşên li ser Kobanê zêde bûne û gelê sivîl dihat veguhastin 20 rojnamegerên Kurd hatine binçavkirin.

Cemiyeta rojnamevanan di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku di dema veguhastina sivîlên Kobanê de nêzî 20 rojnamegerên Kurd jî di nav de derbasî Pirsûsê bûne û hat gotin ku ev 3 roj in di bin çavan de ne.

Cemiyeta Rojnamevanên Azad diyar kir ku di hevdîtinên ku bi parlamenterê DBP’ê  Îbrahîm Ayhan re pêk hatine hatiye gotin ku rojnameger ketine grevê û got: “Em dixwazin ku rojnamegerên Kurd ên Kobanê bên berdan. Em banga hestiyariyê li hemû rêxistinên pîşeyî dikin ku bikevin nava hewldanan.” 

Navê rojnamegerên hatine binçavkirin wiha ne: 
1. RANYA MIHAMED
 2. DÎCLE ŞEXO
 3. XEZNE NEBÎ
 4. XWÎNAV ÎSA
 5. SARA MAHMUD
 6. NAZDAR ALÎ
 7. EVÎN ALÎ
 8. DÎLÎŞAN ÎBÎŞ
 9. RANYA ALÎ
 10. MIZGÎN KURDO
 11. MUSTAFA FARÎS
 12. MUSTAFA BALÎ
 13. MUSTAFA MIHAMED ALÎ
 14. AHMED ÎBRAHÎM
 15. MUSTAFA ALÎ
 16. PERWER MIHAMED ALÎ
17. MIHAMED ÎSA
18. EHMED MUSTAFA

 19. HEYSEM MUSLIM
20. ÎSA MIHAMED