20 girtiyên PKK'yî bi ku ve birin?
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê, 20 girtiyên PKK'yî di sibeha 6'ê Mijdarê de bi serdegirtinê hatin sirgûnkirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê, 20 girtiyên PKK'yî di sibeha 6'ê Mijdarê de bi serdegirtinê hatin sirgûnkirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê, ku bi binpêkirina mafên mirovan timî di rojevê de ye, girtiyên ji doza PKK'ê bi rengekî komî hatin sirgûnkirin. Gardiyanên ku di sibeha 6'ê Mijdarê de tevî leşkeran avêtin ser qewîşan, gotin ku biryara sirgûnkirina 20 girtiyan hene û girtî bi lez û bez ji qewîşan derxistin. Nehiştin ku girtî rahêjin eşyayên xwe yên şexsî jî û bêyî agahiyê bidin malbat û parêzeran yekser girtî sirgûn kirin. Nayê zanîn bê sirgûnî kî derê kirine.
Çend ji girtiyên hatine sirgûnkirin ev in: Huseyîn Bîlecan, Mehmet Saît Kûlû, Samî Geylan, Yucel Çelîk, Mesût Pehlîvan, Yavûz Kardaşlar, Bulent Ozturk, Ferhat Onder, Gokan Polat, Mûstafa Çelîk, Alî Kûrt, Îman Çelîk Demîr, Hamza Bayram, Abdullatîf Sonmez.
Ji girtiyên hatin sirgûnkirin Îman Çelîk Demîr bi nexweşiyeke giran e û tevî ku Saziya Tipa Edlî rapora 'nabe ku li girtîgehê be' daye jî, hê li girtîgehê ye.
Wekî din, hat ragihandin ku gardiyan û leşker hefteyê carekê diavêjin ser qewîşan û dest datînin ser pirtûk û notên girtiyan û cezayê hucreyê li girtiyan dibirin.