2 zarok li Mêrsînê hatin girtin

2 zarok li Mêrsînê hatin girtin

Li Mêrsînê di serdegirtina malan de ji 3 zarokên hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin.

Polîsên Tirk duh avêtibûn ser malên zarokan a li taxên Hal û Gundogdu ya li navçeya Akdenîz a Navenda Mêrsînê, bi hinceta meha îlonê de molotofkokteyl avêtine du dibistanên seretayî ya Y.K. (17), M.K. (17) û M.Ş. (16) hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên wan li miduriyeta polîsan xilas bû derxistin edliyeyê. Piştî li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin, bi dıaxwaza girtinê ya M.K. Û M.Ş. sewqê dadgeha nobedar hate kirin û hatin girtin. Y.K jî bidaraza serbest hate berdan.

Li aliyê din hate diyarkirin ku, derheqê du zarokên din jî bi îdîaya tevlî bûyerê bûne biryara girtinê hatiye derxistin.