2 sal ceza dan Ertûgrûl Kurkçu yê HDP’yî

Rejîma Tirk ji ber axaftina Serokê Rumetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu ya Newroza 2016’an 2 sal cezayê girtîgehê da.

Hinceta cezayê 2 salan yê girtîgehê axaftina Kurkçu ya Newroza 2016’an a Idirê hate nîşandan.

Li aliyê din derbarê Kurkçu de li Mardin û Amedê dozên ji ber axaftinên 2012, 2015-2016’an ji 13 sal û niv heta 33 salan cezayê girtîgehê tê xwestin hene.