2 kesên ku ‘Ji Elewiyan re mirin’ nivîsandin hatin binçavkirin

2 kesên ku ‘Ji Elewiyan re mirin’ nivîsandin hatin binçavkirin

Li navçeya Mamak ya Enqereyê du kesên ku li ser malên Elewiyan nivîsîne ‘ji Elewiyan re mirin’ hatin binçavkirin.

Piştî çalakiyên Parka Gezî, beriya çar rojan li navçeya Mamak ya Enqereyê li ser hinek malên Elewiyan bi boya sor û tîpên mezin ‘ji Elewiyan re mirin’ hatibû nivîsandin.

Polîsên ku li ser vê nivîsê hûrkolîn da destpê kirin, di encama lêkolîn kirina kamerayên ewlekariyê ên derdor û MOBESE’yan xwe gihandin nasnameya 3 kesan.

Di encama operasyonên hatine kirin de M.U., S.D yên nivîs nivîsandine hatin binçavkirin, Î.Y jî xwe winda kir. M.U. û S. D di encama lêpirsîna li Emniyetê qebûl kirin ku nivîs nivîsandine û hate îdakirine ku gotine “Em jî Elewî ne. Me bi çi mebestê ne nivîsiye. Armanca me ya şerê Elewî-Sunî derxistinê tune ye.”