Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê 8'ê Mijdara 2018'an dest pê kirin, roj bi roj zêde dibin.
Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, komek ji Kurdistaniyan hefteya bihurî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger kiribûn. Ji çalakgerên greva birçîbûnê Omer Bagdûr û Cemal Kobanê daxuyaniyek dan û diyar kirin, ew ê çalakiya xwe bi rengekî bêdem-bêdorveger bidomînin.
Cemal Kobanê daxuyanî da û diyar kir, ji doh ve wan çalakiya xwe kirine bêdem-bêdorveger.
Omer Bagdûr jî got, "Em jî dixwazin bikevin bin vî barî. Divê her welatparêz, her Kurd xwedî li vê berxwedanê, xwedî li Rêbertî derkevin."