2 kesên di 1'ê Gulanê de hatin binçavkirin hatin girtin
Kar û barên îfadeyê yên 234 kesên di çalakiyên 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran de hatin binçavkirin, dewam dikin. 2 kesên binçavkirî jî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Kar û barên îfadeyê yên 234 kesên di çalakiyên 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran de hatin binçavkirin, dewam dikin. 2 kesên binçavkirî jî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Kar û barên îfadeyê yên 234 kesên di çalakiyên 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran de hatin binçavkirin, dewam dikin. 2 kesên binçavkirî jî bi îdîaya "propaganda rêxistinê" û "dijderketina li qanûna meş, civîn û xwepêşandanan derketine" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Ji welatiyên di 1'ê Gulanê de xwestin derkevin Taksîmê lê belê li gelek nuqteyên Stenbolê rastî şîdeta polîsan hatin, 234 jê hatin binçavkirin û îfadeya binçavkiriyan a li emniyetê dewam dike. Hevserokê OHD Şaxê Stenbolê parêzer Sînan Zîncîr ê di nava Maseya Krîzê ya 1'ê Gulanê de cih digire anî ziman ku ji ber ku cih nîne ji binçavkiriyan 50 kes, li nezaretxaneya Edliyay Stenbolê ya li Çaglayanê, 89 li Şaxê Ewlekariyê ya Midûriyeta Stenbolê, 48 kes li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyeta Stenbolê û 47 jî li Emniyeta Gayrettepeyê tên ragirtin û îfadeyên wan tên girtin.
Li aliyê din 2 kesên bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" û li dijî qanûna bi hejmara 2911 a xwepêşandan, civîn û meşê derketine" hatin girtin. Li gorî agahiyan ji bin çavkiriyan 16 zarok ên bi saetan di wesayîtên binçavkirinê de hatin rawestandin, piştî wergirtina îfadeyê hatine berdan.