2 hevserên xwe qetil kir

2 hevserên xwe qetil kir

Li Kocaeliyê kesekî bi navê Eren Ser, du hevserên xwe yên revand û bi wan re zewicî, bi tivingê qetil kir.

Eren Ser ê li semta Kûrûçeşme ya Kocaeliyê dimîne, hevsera Fadîme Ser a 33 salî ku mehra fermî û Încî Ateş a 20 salî ku mehra olî pê re kiribû û li heman malê dijiyan, bi tivingê qetil kir. Li gorî îdîayê, Ser piştî nîqaşê her du hevserên xwe qetil kir û ji cihê bûyerê reviya. Încî Ateş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Fadîme Ser jî li nexweşxaneya Dewletê ya Seka a Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da.