2. Doza Atilimê: Ji bo 22’yê Kanûnê hate taloqkirin

Yekm rûniştina doza ku di derbarê xebatkar û nivîskarên Rojnameya Atilimê îro hate dîtin. Rojnamevan û nivîskarên di parastina dozê de bal kişandi ser aliyê siyasî, nivîsên xwe parastin. Dadgeh taloqî 22’ê Kanûnê hate kirin.

Doza Atilimê ya ku 16 rojnameger û nivîskar tê de tên darizandin li 13'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di doza ku Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors jî de te tê darizandin, rojnamegerên ku serbest tên darizandin Ozan Horoz, ArzÛ Demîr, Vahap Bîçîcî û parêzer Sezîn Ûçar jî amade bûn. Danişîn ji aliyê gelek rojnamegeran ve hate şopandin. Piştî danasîna nasnameyan rojnamegeran parastina xwe kirin. rojnamegeran diyar kirin bi dozê re rojnamegerî tê darizandin û beraeta xwe xwestin.

Piştî parastina rojnamegeran, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azdîxwaz (OÇH) û Buroya Hiqûqê ya Kesên Bindest (EHB) parastina rojamegeran kirin.

Piştî parastinan heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê ji bo fikra dawî ya dozger bigire, doz taloqî 22'yê Kanûnê kir.