17 kesên li Hatayê hatine binçavkirin birin edliyeyê
17 kesên li Hatayê hatine binçavkirin birin edliyeyê
17 kesên li Hatayê hatine binçavkirin birin edliyeyê
Li Hatayê bi hinceta ku tevlî çalakiyên Parka Gezî bûne roja borî di ser malan de hate girtin û 17 kes hatibûn binçavkirin, veguhestin edliyeyê.
Li Hatayê bi fermana Dozgeriya Komarê ya Edeneyê bihinceta ku tevlî çalakiyên Parka Gezî bûne 22’ê Tîrmehê di ser gelek mal û Parka Sevgî de girtibûn, di nav de 3 jê zarok bigiştî 32 kes hatibûn binçavkirin. 3 jê zarok bigiştî 15 kesên hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên wan ê fermî li emniyeta Hatayê bidawî bû piştî rojekê bi fermana dozgeriyê serbest hatibûn berdan. 17 kesên ku li şaxa TEM’ê jî tên ragirtin karûbarên wan ên li emniyetê bidawî bûn. Piştî karûbarên wan ê li Emniyetê bidawî bû vê sibehê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê û di kontrola tenduristiyê de derbazkirin, piştre jî anîn Edliyeya Edeneyê.