17 ESP'yî hatin binçavkirin

17 ESP'yî hatin binçavkirin

Di operasyonên li hemberî ESP'ê de, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP Erdal Demîrhan jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin.

Li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), li navçeyên Stenbol Gazîosmanpaşa, Sûltangazî, Sancaktepe û Eyupê, di serdegirtinan de 17 kes hatin binçavkirin. Polîsên ku avêtin ser avahiya ESP'ê ya Navçeya Sancaktepeyê, dest danîn ser hin afîş û kompûteran.

Navê kesên bi biryara Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Gazîosmanpaşayê hatin binçavkirin wiha ye: Huseyîn Şahîn, Erdal Demîrhan, Maksût Toprak, Metîn Kurekçî, Alî Can Albayrak, Bunyamîn Buklu, Ûgûr Tûncer, Cuneyt Polat, Zeynel Yildiz, Fatîh Sîzgen, Ersel Mert, Sercan Gonultaş, Serap Kaya, Mûrat Agit, Tarik Tepelî, Taner Taş û Mûstafa Kûbîlay Sever.