16 girtî ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ne

16 girtiyên 156 roj in li Girîgeha Girtî ya Tîpa T a Denîzliyê di hucreyê de tên hiştin, ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ne. Tê gotin, şekir û xwê jî nadin girtiyê di grevê de ne.

16 girtiyên ku roja 17'ê Hezîranê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Antalyayê sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Denîzliyê hatin kirin, ev 156 roj in di hucreyê de ne. Girtî li dijî vê yekê roja 17'ê Cotmehê dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin û ji ber ku şert û merc nehatin sererastkirin, 4'ê Mijdarê ji nû ve ketin greva birçîbûnê.

Girtî niha di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di roja 4. a greva birçîbûnê de personelên girtîgehê avêtin ser hucreyan û dest danîn ser xwê û şekirê li hucreyan.

Kazim Benek bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û anî ziman ku hê xwê û şekir nehatine dayin. Malbat ji rewşa zarokên xwe bi fikar in û ji raya giştî dixwazin ku di vê der barê de baldar be.