150 saziyan hişyarî da: Rewş pir giran e, tecrîdê bi dawî bikin!

Li Stenbolê 150 rêxistin, bal kişandin ser rewşa lezgîn a grevên birçîbûnê, diyar kirin ku tavilê tecrîdê bi dawî bikin. Di civînê de ev hate gotin: “Daxwaza parastina jiyanê, bi xwedîderketinê mimkûne.”

Li Stenbolê 150 saziyên ji parêzvanê mafên mirovan, sendîka, hiqûq û rêxistinên demokratîk û gellek partiyên siyasî pêk tên têkildarî çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyan deklrasyonek hevpar weşandin. Nûnerên saziyan li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîn li dar xistin û pankarta “Em jiyanê diparêzin, bila hiqûq pêk were û kes nemire” daliqandin.

‘PÊVAJO LEZGÎN E Û DEM KIN E’

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî got: “Em parçe parçe dixebitin. Di xebatên me de hem şopandina pêvajoyê tê kirin û hem jî ji bo çareseriyê di nava lêgerînê de ye. Rewşa girtiyan xeterdar e. Nexweşînên wan derketine. Gellek girtiyan dawî li jiyana xwe anî. Bêyî ku kes jiyana xwe ji dest bide divê ev pêvajo bidawî bibe. Me deklarasyonek ava kir. Pêvajo pirr lezgîn e û me di demek kin de vî karî kir. Em 150 sazî hatin gel hev û me deklarasyonek amade kir.”

‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DEMSALEK LI PEY XWE HIŞT’

Endamê Desteya Rêveberiya Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) Dr. Umît Bîçer deklarasyona hevpar xwend.

Deklarasyon wiha ye:

“Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji 8’ê mijdara 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. ji 1’ê Adarê ve grevên birçîbûnê li tevahiya girtîgehan belav bû. Greva birçîbûnê demsalek li pey xwe hişt. Greva birçîbûnê gellek mezin e û ji bo em wek civak di bin encamên wê de nemînin gihîştiye asta krîzek mirovî.

ASTEK XETERDAR LI PÊŞ ME YE

Ji bo daxwazek heq hat destpêkirin. Rewşekê protesto dikin. Ji bo bi mirinan bi dawî nebe her kesê xwedî wîjdan xwedî vê êşê ye. Girtî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîn. Ev rewş dide nîşandan ku çalakî ketine astek xeterdar. Ji bo rê li ber deriyên xeterdar venebe divê heyetên serbixwe dikaribin biçin wan bibînin.

EM DIXWAZIN BIGÎHÎJE ÇARESERIYÊ

Divê qanûn bi awayên wekhev pêk werin. Parastina mafên jiyana girtiyên di girtîgehan de wezîfeya dewletê ye. Bi daxwazek hiqûqî dest pê kiriye. Ji bo daxwaza çalakgeran bigîhîje çareseriyê ji bo îktîdarê qet jî ne zor e. Ji bo vê yekê pêdivî bi qanûne çêkirinek nû jî nîne. Heke qanûn û makeqanûn wekhev pêk werin wê hemû pirsgirêk çareser bibin. Tu tiştek ji jiyanê ne pîroztir e. Ji bo hin mirin pêk neyên û rê li ber astengiyên mirovan venebe divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan û em dixwazin bi rêyên demokratîk were çareserkirin.”

‘DENG BIDIN BANGA ME’

Cîgirê Seroka Giştî ya EMEP’ê Levend Tuzel jî got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe bendemayîna mirovan a bêçare mijara gotinê ye. Em tenê dixwazin hiqûq pêk were. Bila daxwaza wan pêk were. Li Tirkiyeyê grevên birçîbûnê ne nû ye. Em naxwazin wek pêvajoyên berê pirsgirêk bijîn. Bi rastî jî demokrasiyek bibe, divê deng bidin qîrîna vê daxwazê û banga me.”

‘BILA HIQÛQ JI BO HER KESÎ PÊK WERE’

Aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) nivîskar Ayşe Berktay jî got: “Xwedî derketina jiyanê xwedî derketina daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ye. Heke em jiyanê diparêzin em dibêjin bila hiqûq ji bo her kesî pêk were.”