15 jê zarok ji 35 kesan re 280 sal ceza hate xwestin

15 jê zarok ji 35 kesan re 280 sal ceza hate xwestin

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê îdianemaya di derbarê 35 kesên 15 jê zarok ku bi hinceta pitgirî dane Berxwedana Parka Gezî û derbarê wan de lêpirsîn hatibû vekirin, amade kir. Di îdianameyê de ji zarokan re 280 sal ceza tê xwestin.

Li Edeneyê lêpirsîna di derbarê 35 kesên 15 jê zarok hatibû vekirin bi dawî bû. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê îdianameya derheqê zarokan de temam kir û ji Dadgeha Zarokan û ya Asliye Ceza re hat şandin. Di derbarê bersûcên negirtî de 8 sal ceza hat xwestin. Ji 35 kesan re bi tevahî 280 sal ceza hat xwestin.

Ger doznameya 35 kesan bê pejirandin, dê di rojên pêş de darizandin bê destpêkirin.