15 jê parêzer 50 kes hatin binçavkirin

15 jê parêzer 50 kes hatin binçavkirin

Polîsên rejîma AKP’ê vê sibê li 7 bajaran bi awayekî hemwext opersayon pêk anîn û tevî Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Taylan Tanay, 15 parêzer bi gitşî 50 kes hatin binçavkirin.

Polîsên rejîmê îdiakirin ku operasyon li dijî DHKP-C ye. polîsan bi ser malên parêzerên li Buroya Hiqûqê ya Gel aStenbolê de girtin û dserokê Şaxa ÇHD’ê Taylan Tanay, Guray Dag, Ebru û Barkin TîmtÎk, Naciye Demîr, Gulvîn Aydin û Guçlu Sevîmlî hatin binçavkirin.

Ligel vê hate hînbûn ku der barê serokê giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Oya Aslan de jî biryara girtinê hatiye dayîn.

Polîs bi van binçavkirinan sînor nema û dema li Buroya Hiqûqê ya Gel lêgerîn pêk dikirin, parêzer Efkan Bolaçi ku ji bo lêgerînê bişopîne hat buroyê jî hat binçavkirin.

Ligel vê polîsan bi ser navenda Çanda Îdîl ku Grup Yorum jî lê xebatên xwe dimeşîne û Kovara Yuruyuş a Mecîdiyekoy de girtin.

Her wiha ji bilî Stenbolê, Îzmîr û Enqere jî din av de bi giştî li 6 bajaran serdegirtin pêk hatin. Li Îzmîrê 17 kes hatin binçavkirin.

Li Antalyayê jî li Şaxa ÇHD ya Antalyayê û buroya parêzer Zekî Ruzgar jî lêgerîn didomin.

DI ALÎ PARÊZERAN DE GIRTÎGEHA HERÎ MEZIN E

Tirkiye bi qasî k udi alî hilbijêr, xwendekar, rojnameger, zarok û jinan de girtîgeha herî mezina cîhanê ye di alî parêzeran de jî di heman rewşê de ye. di 22’ê mijdara 2011’an de di çarçoveya opersyonên KCK’ê de 100 parêzer hatibûn binçavkirin. Ji vê dozê 37 heb hatin girtin û bi gitşî 50 kes tên darizandin.