15 HDP'yî hatin binçavkirin

Li Stenbolê, polîsên Tirk avêtin ser gelek malan û 15 HDP'yî binçav kirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, ku bi destê rejîma AKP-MHP'ê tên kirin, danê vê sibehê li gelek navçeyên Stenbolê dewam kirin.

Di serdegirtina malan de 15 HDP'yî hatin binçavkirin. Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz Gurkan Îsteklî û Hakîm Peker jî di nava binçavkiriyan de hene.

Kesên hatine binçavkirin ev in: Parêzer Gurkan Îsteklî, parêzer Hakîm Peker, Hatîce Îpek, Kerem Denîz Bîter, Nûrettîn Ekîn Bîter, Tanjû Eren, Ridvan Okçû, Dîlan Sarûhan, Havzûllah Eren, Gunar Kokat, Şaban Çakmak, Mesût Arvas, Sacettîn Karabaş, Veysel Ûca, Mûhammed Kalkan.