14 sivîl bûn qurbaniyên şerê Helebê
14 sivîl bûn qurbaniyên şerê Helebê
14 sivîl bûn qurbaniyên şerê Helebê
Balafirên rejîmê hê jî bi giranî êrîşên xwe li dijî taxên Helebê didomînin. Li aliyê din çekdarên muxalefetê taxên ku di bin destê rejîmê de ne topbaran dikin. Herî dawî 14 welatiyên sivîl bûn qurbaniyên şerê Helebê
Şevê din heya serê sibê balafirên hêzên rêjîmê bi bermîlên bombeyî êrîşên xwe li dijî taxên Helebê kirin û sivîl rastî êrîşan hatin, taxên ku di bin kontrola komên çekdarên muxalefetê yên Sûriyeyê de ne yên wek Benîzêd, Mesekên Heneno, Bustan Qesir, Dadgeha Leşkerî, Şear, Miyeser, Kelesê, çarxeriya Cisir EL-Hec, Kestêlo û taxa Mercê ê di Helebê de, bajarokê Kiwêrs a leşkerî û Meskenê li rojhilatê Helebê, Lêremûn, Heyan, Til Rifeet, Rityen, Hirêtan, Exterîn û Beyenûn li bakur, Darit İzzê ya li rojavayê Helebê hatin bombebarankirin. Di van êrîşan de herî kêm 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan di nav de jin û zarok jî bûn û 15 kes jî birîndar bûn. Her wiha ziyanên madî gihîştin sivîlan û navendeke muxalefetê jî hate rûxandin.
Her wekî din taxên ku di bin destê hêzên rejîmê de ne rastî êrîşên topên hewanê tên, çekdarên muxalefetê duh taxa Bustan Paşa û Silêmaniyê yên Helebê û bajaroka Nibol kirin, têde gelek sivîl birîndar bûn.
Li derdora keleha Helebê, mizgefta Umewî , Silêmen Helebî, Şîhan, Benîzêd û avahiya İstixbarata Ezmanî di Helebê de, Şêxnecar û Lêremûn şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên muxalefetê de rû da, der barê encamên van pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.