130 Şagirt bawernameyên ziman wergirtin

130 Şagirt bawernameyên ziman wergirtin

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi merasîmekî bawername li 130 şagirtên ku dewreya zimanê kurdî bi dawî kirin, belav kir.

Li salona Melekî ya li bajarê Qamişloyê SZK'ê bi merasîmekê bawename li 130 şagirtên ku dewreya zimanê kurdî bi dawî kirin, bi merasîmekê belavkir. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre endama Saziya Zimanê Kurdî Nesrîn Doko axivî û êrîşên li ser Kurdên Eşrejiyê şermezar kir.

Doko diyar kir ku zimanê kurdî tiştekî pir giring e ji bo gelê kurd, ji ber wê gerek e gelê Kurd xwedî li zimanê kurdî derkeve û bermahiyên siyaseta şofînist a rêjîmên desthiladar li ser zimanê kurdî ziman bi dawî bike.

Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokrattik (TEV-DEM) Îsmaîl Dêrik axivî û da zanîn ku divê Kurd zimanê xwe têxin hemû aliyên jiyanê û tunekirina ku li ser zimanê kurdî bi dawî bikin. Herwiha Dêrik got ku hêzên desthildar li himber çand û wêjeya kurdî kiryarên dijmirovahiyê kirine û zimanê kurdî qedexe kirine.

Di dawiya axaftina xwe de Dêrik anî ser ziman ku li Rojavayê Kurdistanê kesên mîna Cegerxweîn û Celadet Bederxan derketine. Piştî axaftinan bawername li Şagirtan hatin belav kirn.

Salona merasîma bi ala Desteya Bilind a Kurd hatibû xemilandin, herwiha pankartên ''Zimanê me nasnama me ye" û "Zimanê me hebûn rûmeta me ye" hatibûn dalqandin.