13 kes li Tekîrdag û Qersê hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Tekîrdag û Qersê 13 kes hatin binçavkirin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê, operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê rejîma AKP/Qesra Erdogan ve tên meşandin, dewam dikin.

TEKÎRDAG

Li Tekîrdagê di serdegirtina malan a duh bi şev de 11 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan, Metîn Çîçek, Mîkaîl Akdenîz, Nevzat Gor, Ozcan Buyukbaş, Erkan Aslan, Adem Akdenîz, Kadîr Ozmen, Selçûk Tûran, Ayşe Demîrbîlek, Kasim Aksaka û welatiyê bi navê Denîz ê başnavê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Tekîrdagê.

QERS

Li navenda Qersê jî, di serdegirtina malan a 3 roj berê de Mûrat û Hamza Şaşik ku birayên hev in hatin binçavkirin. Her du bira li Şûbeya TEM'ê tên hiştin û tê gotin ku bi "endametiya rêxistinê" û "kirina propaganda rêxistinê" tên sûcdarkirin.